1. Gotinên navdaran yên ku wê her roj( heya ji dest hat) yek were nivîsîn an wergerandin. |
|
02.01.2021 21:35 |
tîrêj zana 21
|
2. Hûn tev jî dizanin ku li vî welatî pere jî, ax jî, zagon jî, fikr jî, bawerî jî... Hema her tişt ji sermayedaran re xizmetê dikin. karl marx |
|
03.01.2021 18:20 |
tîrêj zana 21
|
3. gerdûn bi du tiştan ronî dibe |
|
04.01.2021 17:47 |
keyomerd
|
4. Ji min re behsa dînê xwe meke. Bihêle ez wê di liv û tevgerên te de, di têkiliyên te de û di civaka te de bibînim! cory booker |
|
04.01.2021 20:17 |
tîrêj zana 21
|
5. Heta şiyar nebe şêrr,azad nabe deşta mêrxas. |
|
04.01.2021 20:37 |
rodem
|
6. Şêweya şaş, kujerê gotina rast e. sadî Şîrazî |
|
05.01.2021 23:19 |
tîrêj zana 21
|
7. di aştiyê de kur bavan binax dikin, di cengî de jî bav kuran binax dikin. heredot |
|
07.01.2021 23:06 |
keyomerd
|
8. Zana, dike. Kêmzana, şîretan dike. Nezan, rexne dike. Bêkêr, kurtepista dike. |
|
07.01.2021 23:46 |
tîrêj zana 21
|
9. ger ya tu dixwazî neqewime tu diêşî, ger ya tu naxwazî biqewime dîsa tu diêşî, hetta tiştê tu dixwazî biqewime jî dîsa jî tu diêşî; çimkî rîsk heye ku tu wê ji destî bidî. zihn tîştekî wisa teşqele ye. dixwaze ji guherînê azad bibe. ji mercên jiyanê û ji mirinê azad bibe. lê guherîn qanûna jiyanê ye û tu çiqas ber xwe bidî jî tu naşêyî vê rastiyê biguherînî. sokrates |
|
08.01.2021 17:55 |
keyomerd
|
10. Hezretî Elî Xwedê jê razî be ev çar kiryar dijwar e vedibêje: |
|
09.01.2021 07:35 |
bilbilê dilkul
|
11. zihn ne beroşeke divê bê dagirtin e, agirekî divê bê vêxistin e. plutarkhos |
|
09.01.2021 16:02 |
keyomerd
|
12. axaftina kêm zanatî, xwarina hindik saxî tîne. |
|
15.01.2021 15:02 |
simbêlqeytan
|
13. Hêza berxwedana parastvanên azadiyê, ji hêza stemkaran xurtir e. malcolm x |
|
16.01.2021 20:28 |
tîrêj zana 21
|
14. Tiştonek : |
|
17.01.2021 03:27 ~03:29 |
yaqûp
|
15. Heger tu " bixwazî " ew ne xeyal e. theodor herzl |
|
20.01.2021 01:21 |
tîrêj zana 21
|
16. Av diskin dijmin naskin . gotinên pêşîyan |
|
20.01.2021 14:22 |
yaqûp
|
17. Kesên tirsonek beriya mirinê çendîn caran dimirin, lê mirovê wêrek, tenê carekê mirinê tehm dike. shakespeare |
|
30.01.2021 22:42 |
tîrêj zana 21
|
18. "Ji pişîkê re gotin gûyê te dermane, pişîkê çû xwelî avête li ser" |
|
31.01.2021 06:27 |
kurêbavêxwe
|
19. Heke bala xwe nedinê, hûn ê bi saya medyayê ji zaliman hez bikin, ji mezlûman jî nefret bikin. |
|
17.02.2021 22:25 |
yûsiv
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |